|
HELEBÇE
Cihan ROJ
Ne hewr bûn dibêjin
Diranên marên korbûne dilop
Mirin te ji me paca çibû hilgirt!
Tu hêjî li destên bi hine digerî,
Li dilên piçûk,
Li jinên bi tîna mirazan distewin...
Ew kî bû rahiştibû temeziya ji jarê
Bi govenda meytên sar şadibû!
Kî bi diranan hêlkana miriyên Adarê dihejand!
Û
jar vedirişiya ,
Maçên zarokan di axa sar de veşart..!
17.03.2001,Piştî hêsrên Berzan ...
AZADIYA WELAT
|