|
Minê stranek strandiba,
an jî helbestek avêtiba ser,
dibe ku tevnek rêsandiba,
ji kul û xem, êş û keser;
bi destên keçên nûgiha,
li ser sîngê dinyaya bêwexer!
Ji sotiniya çalên Uxdud,
Tîbûna dêmistana Kerbelayê,
Bû dîmenek reş ji Nagazakî,
Êşeke bêhempa ji Hîroşimayê;
Di gîsiyên birînên Helebçê de,
Li pêş çavên dinyaya lal û ker!
Bêdeng meşiyan pênchezar giyan,
Bêdeng ketin hembêza Melkemot,
digel xewneke berspêdê a bi jivan,
wê dûkêla bêyom tev de verot;
giyanên sava û bêguneh,
pîr û kal, mirovên ciwan û ter!
Xerdel çand enfaliyên biharî
Li şûnê hêşîn bû tirs û tarî,
Veweriyan belgên hêviyê,
şîn ket dinyayê, şîn û niharî;
qulipte ser gîsiyên dîrokê,
hilkişand rayên xwe seranser!
Pênchezar car pê veda koremar,
hejand nalînan asimanê jor,
daketin Helepçê lawirên har,
dîlgirtin ronahî, vemirandin xor;
destpêkir reva ji mirina sar,
li cîhanê bû sewdaser!
Li paxila dayikê pênchezar birîn,
Pênc hezar car jan vedide,
ji awazên xwezaya rengîn,
pênc hezar payîz serî hildide;
li ber dergûşa Helepçeya kovanî,
ax, çi landikhejeke dilkeser?!
Dihilhile çend birînên tûgirtî,
hilişkiviya ye kulên gîsîbûyî,
ji mêj ve çalên xwînê bûne petrol jî,
li ser min dinya wê ariyayî;
wa şerê xwîna min dikin,
çi şerek dijwar e û bêmefer!
Berê, bêhna mirinê hat wê rojê,
paşê destpêkir tîbûna sekratê,
û dûra hilingivîn çend xwezî,
kef kete ser lêvan, kefa dojê;
û vereşiya mirina bêyom,
term ketin dû hev li her der!
Kolan bûne bazebera terman,
Li ser xwîna li dorê pengiyayî,
giriya bi yek deng erd û asiman,
li ber dergûşa bêgiyan hiliyayî;
pênchezar car di bîskê de,
li giyanê min dixe her û her!
Çend kore tev de temaşe bûn lê,
hemû keran dibihîst ew nalîn,
Ferişte daketibûn ser rûyê erdê,
çûçikan terikandibûn hêlîn;
bes, şaristaniya nûjen a çavzîq,
hem lal bû wê rojê, hem jî ker!
|