Free Web Hosting Provider - Web Hosting - E-commerce - High Speed Internet - Free Web Page
Search the Web

www.helebce.tk

 
Despêk
E-mail
Pirtuk
Li ser Helebce
Wêne
Link
Têkelî
Gotinên We

Helebçe

 

     
 

 

HELEBÇE

 
 

            Berken  Bereh

 

HELEBÇE

Em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar insan,
ne şinahiya asîman,
ne xweşikbûna kûlîlkan,
ne  jî herikîna çem û rûbaran xema me ne êdî.
Stranên me yên evîniyê rawestan
lê negerin
naxuye
di bîbûkên me de jiyan.
Ji xwe em xizmê hev bûn
xewn û xiyalên me wek hev,
em bi hevre mirin
pênc hezar insan.

pîr û kal

Min tu car nebîhistibû dengekî wiha
bêhneke wiha min nekişandîbû cerga xwe
derewan nakim.
Dibe ku kêla min ne ji mermerê bûya
an we kûlîlkek neçikanda li ser gora min.
Jixwe
nîvmirî bûn em,
tirsiyam dîsa jî
derewan nakim.

Lê ew zarok çima bi mere ne,
qey wê ne jiyan
bê nasnav be jî
an xizaniyek bi xedar.

dergûş

Çi bêjim bê feyde ye
hatin û çûn a min bi hev re,
jixwe
hê nav jî li min ne hatibu kirin.


dayik


Va bêbavan
pirtûkên pîroz jî ne xwendine
ji evînê bê par in,
berxê min di dergûşê de ma
destên min bûn dareke hişk
û me hev hembêz nekir.

zarok

Min digot qey
ev jî lîstokek e,
hey hawar dikim
kes nayê banga min.
Goga bavê min îroj kirî jî
ma li hewşê de,
wê kî pê bilîze gelo
kes ma?

mamoste

Çiqas li min xweş dihat
evînê hînê zarokan kim,
hevaltî,biratiyê
Hê zengila betlanê lê nexistibû
ev mirin çi ma?
û li depreşê nîvco ma
nivîsa miroheziyê. 

axa

Ev çend mal û milk
ev çend dirav û zêr
û bêdadiya min...
nekarî rawestîne mirinê,
min digot wê emê ne tê de bin
çi ma em haydar nekirin?

xort

Min gustîlkek kirîbû
ji bo gulbihara xwe,
va em bi hev re çûn
wê ya bidin yeke din
min ji bo wê hewce nema. 

şivan

Hê nû zayî bû
kara bizina bedew
yekcar şîr nemêtibû hê,
li ber xwe nakevim
bizanin,
me bi hev re veşêrin
di bextê we de me
bi segê har re.

helbestvan

Kê digot
wê hewqas bi wate be helbesta me
ku tu car pênus a min
xwîn ne rijand.

xweda

E jî şaş mam bawerkin
kê destûra vê komkujiyê da
li min biborin
ketime bextê we!

mirovahî

Hûn bi hev re mirin
bi wekhevî bi biratî
rûreşî para me!


dîrok
 

Bû deqek tenî
rûnişt li ser eniya min
navê te Helebçe.

 

 

 

EZ HÊVÎ DİKİM MİROVNO!

BİLA KES LI DERIYÊ DILÊ MİN NEXE ÎŞEV

               DIXWAZIM BIGIRÎM TÊRA XWE.       

BERKEN BEREH

 

 

 

 

 

 

 

Helebce

Enfal

Gorên Komkuj

Reva 1991 Karesat  

مقابر جماعية

الانفال

حلبجة

هجرة 1991

 

About Halabja

Picture from Halabja

Enfal

Gorên Komkuj

Reva 1991

Karesat

 


Çend Helbestek

li ser Helebçe

 

Komek Helbesteen BERKEN BEREH

  Omer Dilsoz

 

Cihan  ROJ 

 

Kurdaxi

 

 

 

 

 

 

 


webmaster@kehi.4t.com